Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û Koordînasyona KJK’ê bi boneya salvegera 10’emîn a fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a li Şengalê daxuyaniyên cûda dan û gotin:
“Em her tim bi xelkê Şengalê re ne.
Bi qasî DAÎŞ’ê PDK jî berpirsyar û sûcdarê komkujiyê ye.
Divê her kes li hember Tirkiyê û Barzaniyên ku dibin sedema qirkirina Kurdan bisekinin.
Bi rêxistinî û xweparastina jinê tola vê komkujiyê dikare bê hilanîn.”
Bi boneya salvegera fermana Şengalê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyê cûda qurbaniyên fermanê bibîr anîn.
KCK’ê destnîşan kir ku divê her kesên ku dibêjin ew ne alîgirê qirkeran e, divê bi têkoşîna rewa û demokratîk a xelkê Şengalê re bin û got:
“Qirkirina li Şengalê yek ji qirkirinên herî hovane yên dîroka mirovahiyê ye. Mixabin cîhan li hember vê yekê bêdeng ma. Armanc ji vê komkujiyê qirkirina Êzidiyan bû. Eger ne ji Gerîla û YPG-YPJ’ê ba, wê gelê me yê Êzidî bi tememî hatibana qirkirin.”
“Bi qasî DAIŞ’ê PDK jî berpirsyar û sûcdarê komkujiyê ye”
KCK’ê anî ziman ku dema DAIŞ’ê êrîş kir PDK xelkê Şengalê bi komkujiyê re rû bi rû hişt û reviya û wiha domand:
“Bi qasî DAÎŞ’ê PDK jî berpirsyar û sûcdarê komkujiyê ye. Divê PDK’ê bê darzandin. Ji bo serweriya Şengalê car din jê re were hiştin, PDK’ê dikeve nav karên qirêj. Tirkiyê bi hevkariya PDK’ê dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike û tişta DAIŞ’ê nikarîbû bikra, ew bi xwe bike.”
KCK: Tevgera Azadiya Kurd her tim bi xelkê Şengalê re ye
KCK’ê da zanîn ku ya rast ew e ku pirsgirêkên xelkê Şengalê li ser esasê diyalog û mafên demokratîk bê çareserkirin û got:
“Divê her kes li hember dewleta tirk û Barzaniyên ku dibin sedema qirkirina Kurdan bisekine. Em her dem bi xelkê Şengalê re ne.”
KJK: Jinên Şengalê hêviya jiyana azad li cîhanê belav kirin
Koordînasyona KJK’ê bi heman boneyê daxuyaniyek da.
KJK’ê diyar kir ku gelên xweparastin û rêxistinbûna wan tune be, bi komkujiyan re rû bi rû ne û got:
“Gelê me yê Êzidî ji komkujiyê ders girtin û hêza xwe ya xweparastinê ava kirin û xwe birêxistin kirin. Jinên Şengalê hêviya jiyana azad li cîhanê belav kirin.”
KJK: Divê xwedî li desketiyan bê derketin
KJK anî zima nku divê DAÎŞ, hevkarên wê, hêzên weke dewleta Tirk û PDK’ê ji ber sûcê qirkirinê bên darizandin û wiha domand:
“Divê hemû gelê me, di serî de jin û derdorên demokratîk ji bo cezakirinê, dosyayên der barê komkujiyê de radestî dadgehan bikin. Divê hikûmeta Iraqê rêz li gelê Şengalê bigire û îradeya Rêveberê Xweser nas bike. Divê gelê me xwedî li destketiyên xwe derkeve. Tola komkujiya 3’ê Tebaxê bi rêxistinî û xweparastina jinê dikare bê hilanîn.”



