Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken îdia kir ku namzedê muxalefetê Gonzalez hilbijartinên serokkomariyê yên Venezuelayê de biserketiye.
Blinken diyar kir ku Amerîka îdiayên Serokomarê niha Nîcolas Maduro yên li dijî muxalefetê red dike û got: “Gefên Maduro û nûnerên wî yên ji bo binçavkirina lîderên muxalefetê, Gonzalez jî di nav de ye, hewldaneke nedemokratîk e ku desthilatdariyê bidomîne.”
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken îdia kir ku namzedê hevpeymaniya muxalefetê ya Platforma Yekbûyî ya Demokratîk (PUD) Edmundo Gonzalez di hilbijartinên serokkomariyê yên Venezuelayê de bi rêjeyek mezin bi ser ket.
Blinken di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got:
“Li gorî hemû delîlan, Amerîka û piraniya gelê Venezuelayê, di wê baweriyê de ne ku Gonzalez serketiya eşkere ya hilbijartina serokomariyê ya 28’ê Tîrmehê ye.”
Blinken diyar kir ku Amerîka îdiayên Serokomarê niha Nîcolas Maduro yên li dijî muxalefetê red dike û got:
“Gefên Maduro û nûnerên wî yên ji bo binçavkirina lîderên muxalefetê, Gonzalez jî di nav de ye, hewldaneke nedemokratîk e ku desthilatdariyê bidomîne.”
Blinken, Gonzalez ji ber “kampanyaya wî ya serkeftî” pîroz kir û destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoya vegerandina normên demokratîk ên li Venezuelayê.
Blinken bi îdiaya ku encamên hilbijartinê yên ku ji hêla Civata Hilbijartinê ya Neteweyî ya Venezuelayê (CNE) ve hatin eşkerekirin “kêmasî” bûn û îradeya gelê Venezuelayê nîşan nadin.
Blinken bal kişand ku Civata Hilbijartinê ya Neteweyî ya Venezuelayê dane û nexşeyên jimartina dengan belav nekir.
Di vê navberê de, Maduro di daxuyaniya xwe ya dawî de bertek nîşanî Gonzalez û lîdera muxalefetê Maria Corina Machado da û got:
“Eger hûn wekî hemwelatî nêrîna min bipirsin, ez ê ji we re bibêjim ku divê Gonzalez û Machado ji ber sûcan li girtîgehê bin.
Li Venezuelayê ez diyar dikim ku divê edalet pêk were.”
Di xwepêşandanan de zêdeyî 80 leşker û polîs birîndar bûn
Li aliyê din Saab ku li paytext Caracasê civîneke çapemeniyê li dar xist, diyar kir ku wan tespît kirine ku gelek kesên ku di dema xwepêşandanan de barîkat danîne, zerar dane milkên giştî û êrîşî hêzên ewlehiyê kirine, di hilbijartina serokomariyê de deng nedane.
Saab da zanîn ku li tevahiya welêt di xwepêşandanên ji ber tundiyê de zêdetirî 80 leşker û polîs birîndar bûne û wiha got:
“Yên ku vandalî pêk anîne, dosyayeke wan a dirêj a sûc heye.
Zirar dane peykerên Hugo Chavez, nexweşxane û wesayîtên polîsan.”
Saab diyar kir ku ji ber bûyeran gel nikarin biçin ser kar û dikanên xwe venekirin.
Saab tekez kir ku ew rêzê li kesên ku di çarçoveya destûrî de xwepêşandanên aştiyane li dar dixin, digirin û anî ziman ku kesên xirabiyê dikin dê li pêşberî qanûnê hesab bidin.
Nicolas Maduro: Em ê nehêlin li welêt şerê navxweyî dest pê bike



