Balafireke bi çek a bê mirov ya dewleta Tirk, gundê xanaserê yê Dêrikê bombebaran kir.
Sibehê jî di encamê erîşa topbarana dewleta Tirk de a li Eyn îsa 2 welatî bîrîndar bûn.
Bombebaran seatên piştî nîvro li dijî gundê Xanaserê hat kirin.
Dewleta Tirk kargeha çîmentoyê bi balafireke bi çek a bêmirov êrîş pêk anî.
Heman demê xwstin, erebeyekê li pêşiya kargehê bikin hedef.
Di encama êrîşan de zirara madî çênebû.
Hat ragihandin ku tevgera balafira keşfê jî li ser esîmanên Dêrikê û gundewarên wê hebû.
Di êrişên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsa de 2 welatî birîndar bûn
Doh êvarî derengiya şevê jî dewleta Tirk a dagirker bi topan êrîşî gundê Şîrkê yê Eyn Îsa ku dikeve bakurê rêya M4, kir.
Di encama êrîşan de 2 welatiyê ji gundê Şîrke de bîrîndar bûn.
Navê birîndaran ji wîsa ye – Solidi Aziz Al-Nahar û Aziz Abdullah Mîşman’in
Gundekî Minbicê hat topbarankirin
Di haman demê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û navîn gundê Til Turin ê rojavayê kantona Minbicê topbaran kirin.
Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û navîn zeviyên çandiniyê ya li gundê Tel Turînê topbaran kirin.
Di encama topbaranê de şewat derket.



