Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî derbarê fermana 3’ê Tebaxê daxuyaniyek da.
Aliyan diyar kir ku 10 sal bi ser jenosîdkirina Êzîdiyan mezintirîn tawana serdemê ya li dijî mirovayatiyê ye û got:
“Em hêvî dikin ku bîranîna vê jenosîdê bibe sebeba tifaqa navxweyî û Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê .”
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK bi wesîleya salvegera 10’an a Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser Şengalê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê KNK’ê de wiha hate gotin:
“Şengal, warê qedîm ê xelkê me yê Êzidî, bi plan bû hedefa êrişa DAIŞ’ê. Ji vê êrişa DAIŞ’ê hemû dagirkerên Kurdistanê memnûn bûn. Tirkiye, Îran û heta rêvebiriya Bexdayê, rejîma şovenîst a Şamê bi zêdehî ve razî bûn. Ev kiryara encam trajîk ya jenosîda li ser xelkê me yê êzidî, Kurdistan û dinya hejand.”
KNK: Yên ku xelkê Şengalê parast şervanên HPG, YPG û YPJ bû
KNK’ê diayr kir ku gelê kurd xelkên şengalê bi tenê nehişt û wiha anî ziman:
“Kurd, Kurdistanî ji her milî ve çûne hawara xelkê xwe yê Êzidî. Bi taybetî gerîlayên HPG’ê, hêzên YPG û YPJ’ê qehremanî û fedakariyek mezin nîşandan, bi lezgînî mûdaxele kirin û pêşîya êrişan girtin.”
KNK: Divê yekîtiya Kurdan were xurtkirin
KNK’ê diyar kir ku ji bo kevandina wan bîrînan yekgirtinek neteweyî pêwîste û wiha bi dawî kir:
“KNK hêvî dike ku bîranîna vê jenosîda bi serê xelkê me yê êzidî hatiye anîn, bibe sebebê tifaqa navxweyî û Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê.”
YNK: Reva hêzên PDK’ê ji Şengalê, derfeta parastina xelkê Êzidî kêm kir
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi boneya 10. salvegera jenosîda Şengalê peyamek belav kir.
Daxuyanî wihaye:
“10 sal bi ser jenosîdkirina Êzîdiyan ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê derbaz dibin ku sucê herî mezin yê di sedsala 21’an de dijî mirovahiyê hatî kirine. Mixabin di vê karesatê de xelkê me li hemberî êrişên DAÎŞ’ê bi tenê hatin hiştin û reviyan. Xemsariya PDK ya desthilatdar parastina xelkê me yê êzdî kêmtir kir.”
YNK: Em teqezî li ser parastina nasnameya Êzîdî dikin
YNK’ê diyar kir ku ji bo dosyaya xelkê şengalê em xwe wek berpirsyar dibînin û erken dikeve ser milê me emê bi cîh bînin û wiha bi dawî kir:
“Di vê salvegerê de em wek hêzeke Kurdistanî ya berpirs bi moraleke mezin xwedîderketina xwe li vê dosye ya neteweyî û nîştimanî û mirovî ya xelkê xwe ya Şengalê dubare dikin û tekezî li ser parastina nasnameya Êzîdiyan dikin.”
KCK û KJK’ê bi boneya salvegera 10’emîn a fermana 3’ê Tebaxa 2014’an daxuynî dan



