Serokwezîrê Iraqê bi boneya salvegera jenosîda Şengalê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew binpêkirin û kiryarên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî gelê Şengalê şermezar dikin.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî têkildarî Fermana Şengalê li ser hesabê fermî yê X’ê peyamek parve kir.
Sudanî di peyama xwe de ev tişt anî ziman:
“Hikûmeta me ji bo parastina mafên hemû kesên ku ji terorê zirar dîtine xebatên xwe didomîne.
Em jî rêzikên xwe yên qanûnî diparêzin da ku parastina adil ji mexdurî re misoger bikin û ji nû ve avakirina deveran berdewam bikin.”
Serokwezîrê Iraqê Sudanî ragihand ku ji bo Êzidiyên ku neçar mane koç bikin û vegerin warên xwe xebatên xwe didomînin û wiha got:
“Hêzên me yên ewlehiyê ji bo tunekirina bermayên terorîstan xebatên xwe didomînin.”
KCK û KJK’ê bi boneya salvegera 10’emîn a fermana 3’ê Tebaxa 2014’an daxuynî dan



