Der barê 6 cerdevanan de ku tevî zext û gefan jî cihgirtina di êrişên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê de red kirin, doz hat vekirin.
Li Colemêrgê, ji bo tev li êrişan bibin, beriya demekê ji cerdevanan re teblîxat hat şandin.
Di teblîxatê de hat diyarkirin ku dê derbarê kesên ku tev li operasyonê nebin de lêpirsîn bên vekirin û heya 400 hezar TL’yî jî cezayê pereyî bê birîn.
6 cerdevan tevî van gefan jî cihgirtina di êrişan de red kirin.
Der barê van cerdevanan de doz hat vekirin.
Cerdevanan jî diyar kirin ku wan tenê ji bo parastina gundên xwe çek hilgirtine û ji ber vê wê beşdarî operasyonê nebin.
Derbarê vê yekê de cerdevanek ji ber ewlehiyê nexwest navê wî bê diyarkirin ji ajansa Mezopotamyayê re axivî û got:
“Efserek bi me re hevdîtin kir û hewl da me qaneh bike.
Dema me çûyina operasyonê red kir efser heqaret li me kir.
Biryar hat dayîn ku çekên me ji me bistînin. Axirê ji me stendin.”
Tevî gef û tundiyê jî cerdevan bi biryar in ku beşdarî operasyonê nebin



