Navenda çand û hunerê û Tevgera Hîlala Zêrîn ya Helebê ji bo kiriyarên dewleta Tirk yê li dijî çanda û hunera Kurdî daxuyaniyek hev beş da.
Navenda çand û hunerê ya Helebê û Tevgera Hîlala Zêrîn li Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ya taxa Eşrefiyê daxuyaniyek hevbeş dan.
Di daxuyaniyê de berxwdana gelê Kurd ji bo çanda wî hate silavkirin û wiha hate gotin:
“Qirkirina çandî ji qirkirina fîzîkî xetertire.
Ji ber vê yekê dewleta Tirk dixwazê vê çandê bide tunekirin.”
Tevgerên çandî destnîşan kirin ku gelê Kurd bi siyasetên revandina Kurdan nikarin rê li çanda Kurdî bigirin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî hate kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin û girtiyan berdin.
6 jinên ji bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê ji ber ku di dawetekê de govenda kurdî gerandinibûn ji aliyê dewleta Tirk hatin binçavkirin..



