DYA û Brîtanyayê ji ber metirsiya rûdana şerekî topyekun di navbera Hizbullah û Îsraîlê de, bang li welatiyên xwe kir ku ji Lubnanê derkevin.
Balyozxaneya DYA’yê ya li Beyrûtê li ser malpera xwe daxuyaniyek weşand û got:
“Ji bo veguhestina bazirganî derfetên derketina ji Lubnanê hîna hene.
Lê gelek şirketên balafiran seferên xwe rawestandin an betal kirine.
Em wan kesên ku dixwazin ji Lubnanê derkevin teşwîq dikin ku bi çi awayî be bilêtan bigirin.
Welatiyên Emerîkî yên ku pereyên pêwîst ên ji bo vegerê bi wan tuneye bila bi balyozê re bievin tevgerê.”
Ji bo welatiyên ku naxwazin ji Lubnanê derkevin jî bang li wan hate kirin ku tedbîrên xweprastinê bigirin.
Brîtanyayê jî bang li hemwelatiyên xwe kir ku “tavilê ji Lubnanê derkevin”.
Fransa bang li welatiyên xwe yên li Îranê kir ku ji welat derkevin



