Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a meha Tîrmehê eşkere kir.
HPG’ê diyar kir ku gerîla di meha Tîrmehê de Performansa şer û berxwedanê di asta herî jorde bilind kirin û gotin: “Gerîlayên azadiyê di 205 çalakiyên gerîla yên hewayî û bejahî de SÎHA’yek,
2 helîkopter hatin xistin û yek jê yarbay 56 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a meha Tîrmehê eşkere kir.
Daxuyaniya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi bîranîna fermandara me ya fedaî ya nemir hevrê Zîlan û dilsoziya pê re, dest bi meha Tîrmehê kirin.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê meha Tîrmehê li hemberî her cûre êrişên artêşa Tirk a dagirker
li berxwedan.
Performansa şer û berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi ruhê fedaî yê Apoyî di meha Tîrmehê de pêk anîn, weke xelekeke berxwedanê ya girîng derbasî dîroka me ya têkoşînê bû.
Gerîla ji Bakurê Kurdistanê heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê li her derê derbên giran li dagirkeran didin û tola bi salan hiltîn û wê hilînin.”
HPG: 520 caran bi balafir, helîkopte, çekên kîmyewî êrîş pêk hatin
Li gorî daxuyaniyê agahiyên berfireh ên li ser bîlançoya şer a meha Tîrmehê wiha ye:
Artêşa Tirk a dagirker 2 caran bi bombeyên taktîk nukleer, 56 caran bi çekên kîmyewî û 64 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî , 345 Êrişên bi balafirên şer, 52 Êrişên bi helîkopteran êrîş pêk anîn.
HPG: Di 205 çalakiyan de 56 dagirker hatin kuştin
Her wiha di nava meha Tîrmehê gerîla SÎHA’yek xistin xwarê, ji aliyê Yekîneyên Şehîd Dogan Zinar û Şehîd Axîn Mûş ve 26 çalakiyên hewayî, her wiha bi gelek taktîkên gerîla 178 çalakiyên bejahî; bi giştî 205 çalakî hatin kirin.
HPG’ê diyar kir ku di 205 çalakiyan de 56 hatin kuştin, 2 paye bilind, 46 dagirker bîrîndar bûn.
HPG’ê diyar kir ku 11 gerîla bi fedaî şer kirin û di nava meha Tirmehê de şehîd ketin.
Di heman demê de HPG’ê diyar kir ku gelek amûrên leşkerî hatin derbkirin û îmhakirin.



