Serokê Partiya Pêşverû ya Êzidiyan (Teqedûm) Seîd Bedûş da zanîn berpirsên PDK’ê Şengalê radestî çeteyên DAIŞ’ê kirin û got:”Em ê ji bo darizandina PDK’ê di qada navnetewî de hewldanên xwe zêde bikin.”
Seîd Bedûş diyar kir ku gelek caran wan hewl dane ku kesên bûne sedema firotina Şengalê, bêne cezakirin, lê hewldanên wan bê encamp mane û ev yek anî ziman:
“Em dizanin wê ew kes ti carî ji aliyê desthilatê ve neyên darizandin.
Em ê heya dawiyê israr bikin ku ew berpirsên PDK’ê yên Şengalê teslîmî çeteyên DAIŞ’ê kirin werin darizandin.
Niha di asta navnetewî de jî hewldanên me hene ji bo rêveberiya PDK’ê were darizandin.”
Bedûş jî mîna Rêveberiya Xweser a Şengalê xwest hemû hêzên siyasî yên Êzidiyan ên li Şengalê ji bo xwerêvebirin û parastinê di asta navnetewî de kar bikin û ev bang kir:
“Pêwîste em di asta navnetewî de kar bikin, ji bo gelê me bikaribe xwe rêve bibe û biparêze.”
KCK û KJK’ê bi boneya salvegera 10’emîn a fermana 3’ê Tebaxa 2014’an daxuynî dan



