Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM di derbarê tecrîda giran li dijî Rêber Abdulah Ocalan daxiyaniyek dan.
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM di daxiyaniya xwe de anî ziman ku 41 meh in ku tu aghî ji Rêber Apo nayê girtin.
TEV-DEM diyar kir ku tiştê niha Tirkiyê bi vê tecrîda li dijî Abdulah Ocelan dike karekî ne li gor zagon û mafê mirovahî ye.
Di berdewama daxiyaniyê de wiha hate gotin:
Felsefeya rêberê Abdulah Ocelan sînorên Kurdistanê derbas kir.
Felsefeya wî ji bo hemû mirovahiyê ye, lewma girtina wî ne karekî exlaqiye.
Di daxiyaniyê de hate bi bîrxistin ku deweleta Tirk niha li ser hemû herêmên Rojhilata Navîn xeter e.
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM di dawiyê de ragihand ku em ê bi hemû hêza miletê xwe li dijî vê tecrîdê her têbikoşin.
Li Tirbespiyê têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî hat lidarxistin



