Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê KCDK-Ewropa bi daxuyaniyekî destpêkirina çalakiyên li dijî tecrîdê ragihand.
KCDK-E diyar kir ku ewê li gelek deverên cîhanê kurd û dostên xwe çalakiyên rûniştinê li dar bixin.
Kurdîstanê tevî dostên xwe wê li dehan welatan ewropayê dest bi çalakiya rûniştinê bikin.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê KCDK-E dîroka destpêkirina çalakiyên li dijî tecrîdê eşkere kir.
KCDK-E ragihand ku çalakiyên rûniştinê wê 5-6 û 7’ê Tebaxê li gelek navendan 3 rojan bidome.
Di dewamê de KCDK-Ewropayê qala bêhelwestiya CPT û Konseya Ewropayê ya li dijî tecrîdê kir û wiha got:
“Cezayên disiplînê weke hinceta tecrîda li ser Rêber Apo tê nîşandan.
CPT û Konseya Ewropayê, agahiyên xwe yên têkildarî rewşa li Îmraliyê û sedema astengkirina hevdîtina bi Rêber Apo re eşkere nakin.
Dewleta Tirk a faşîst di bê-hiqûqî û sîstema îşkenceyê de israr dike. ”
Hat destnîşan kirin ku li dijî vê bê-hiqûqî û sîstema îşkenceyê a li Îmraliyê jî berxwedaneke mezin heye û hat gotin:
“Ev berxwedan hem li hemberî hêzên komploger ên navneteweyî ye, hem jî li hemberî sîstema qirkirinê ya dewleta Tirk e. Ev berxwedana bi biryar a Rêber Apo li ser bingeha darizandin û mehkûmkirina dewleta Tirk a mêtinger û qirker dewam dike.”
Li ser vê bingehê KCDK-Ewropayê anî ziman ji bo CPT û Konseya Ewropayê zextê li saziyên pêwendîdar bikin, ew ê têkoşîna xwe bidominin û got:
“Ji bo vê li Ewropa, Ingilistan, Kanada û Awûstralyayê gelê kurd û dostên xwe 5 heta 7’ê tebaxê dest bi çalakiyên rûniştinê dike.”
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê dawiyê bang li her kesî kir ku bi rengekî çalak beşdar bibin û li dijî tecrîdê helwestke cidî nîşan bidin.



