Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dike.
Çalakvanên siyasî û rojnamevan derbarê vê yekê de axivîn û gotin:
“Sedema êrişan jî bêdengiye.
Tirkiyê dixwaze hegemonyaya xwe li ser Başûr ferz bike.
Divê xelkê Başûrê Kurdistanê dijî êrişan xwedî helwest bin.”
Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dike.
Ev yek jî bi hevkariya PDK’ê tê kirin.
Çalakvanên siyasî yên Silêmaniyê derbarê dagirkeriyê de axivîn.
Çalakvan Zerdeşt Celal da zanîn ku eger bersivek siyasî dijî êrişan neyê dayîn wê encamên xirab bi xwere bîne û got:
“Bêdengiya hikumeta Iraq û aliyên siyasî yên Başûr metirsiyek mezine.
Dewleta Tirk bi kûrahiya 40 kêlometre ketiye nav axa Başûr, pêwîste aliyên siyasî, Hikumeta Iraq xwedî helwest bin.
Ez bang li xelkê Başûrê Kurdistanê jî dikim ku li dijî êrîşan nerazîbûn nîşan bidin.”
Çalakvan Bextiyar Mihemed jî diyar kir ku dewleta Tirk tenê xwedî armanceke, ew jî dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye û ev yek anî ziman:
“PKK 50 salin ji bo azadiyê şer dike, lê her kes dizane ku Tirkiye nikare herêmên gerîla lê hene, dagir bike.
Lê niha dest bi dagirkirina xaka Başûr û Iraqê kiriye.”
“Tirkiyê dixwaze hegemonyaya xwe li ser Başûr ferz bike”
Her wiha Rojnamevan û Çavdêrê Siyasî Yadîgar Elî jî derbarê heman mijarê axivî.
Yadîgar Elî anî ziman ku Tirkiyê dixwaze hegemonyaya xwe li ser Başûr ferz bike û got:
“Dixwaze bi navê parastina ewlekariya xwe ya netewî Başûr hîn zêdetir lewaz bike.
Başûrê Kurdistanê nêzîkî hilbijartina Parlamentoyê dibe û tê payîn guhertinek nû di ware desthilata siyasî de çêbibe.
Ji bo wê Tirkiye dixwaze rewşekê ava bike ku hilbijartin neyê kirin.
Tirkiye sedema sereke ya astengiyên li pêşiya avabûna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê ye.”
“Ger PKK nebûya, wê metirsiya Tirkiyê mezintir ba”
Elî destnîşan kir ku tirkiyê bi rêya qutkirina avê zextê li Iraqê dike da ku nikaribe li hemberî wî nerazîbûnê nîşan bide û ne jî li NY giliyê li dijî wî bike û wiha domand:
“Li Başûr hikûmetek neteweyî ya yekgirtî nîne.
Beşek ji aliyên nav hikûmetê beşdarî peymana navbera Bexda û Tirkiyê ya ji bo leşkerkêşanê bûne.
Tevî dagîrkeran jî destûr nayê dayîn ku xwepêşandan bê lidarxistin.
Ger PKK nebûya, wê metirsiya Tirkiyê mezintir ba.”



