Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê Elî Ebas da zanîn ku girtina hemû kampên koçberan, nayê wateya ku wê dosya koçberan dawî were, ji ber ku hezaran koçber hîn li dervey kampan dijîn.
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê Elî Ebas derbarê girtina kampên koçberan ji medya Iraqê re axivî.
Elî Ebas got ku girtina kampan nayê wateya dawî anîna dosyaya koçberan ya li Iraqê, wek sedem jî got;
“Ji ber ku bi hezaran koçber hîn jî ji dervey kampan jiyan dikin.”
Elî Ebas diyarkir ku hewldanên wezareta wan a ji bo vegera koçberan dewam dike, lê ji bo vê jî hinek astendî hene.
Iraq: Heta 30’ê Tîrmehê dê kampên koçberan bi temamî werin valakirin



