Iraq: Heta 30’ê Tîrmehê dê kampên koçberan bi temamî werin valakirin

Proseya vegeranîna koçberan ji bo ser cih û warên xwe li nav Iraqê berdewam dike.
Di vê çarçoveyê de kampên li sînorê parêzgeha Silêmaniyê bi temamî hatine valekirin, lê kampên li sînorê Dihok û Hewlêrê ji ber rêgiriya PDK’ê hîna nehatine valekirin.

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Elî Ebas Cîhangîr ragihand ku bi şêweyek berfireh wê alîkarî li ser koçberên li kampan dimîn de were belavkirin û wiha got:

“Erkê sereke yê wezareta me valekirina kampên koçberan ên li Başûrê Kurdistanê ye.

Em dixwazin heta beriya 30’ê Tîrmehê hemû kampan bigirin.”

Her wiha Elî Ebas destnîşan kir ku erkê sereke yê wezaretê valekirina kampên koçberan ên li Başûrê Kurdistanê ye û wiha got:

“Em dixwazin heta beriya 30’ê Tîrmehê hemû kampan bigirin.”

Elî Ebas Cîhangîr da zanîn ku naxwazin penaber bi zorê li kampan bên ragirtin û dixwazin hemû vegerin cih û warên xwe.

Back to top button