Li gundewarê Rojhilatê Dêrazorê 2 belavkarên pereyên sexte hatin girtin

Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê 2 belavkarên pereyên sexte hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê mijarê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Hêzên Têkoşîna li Dijî Sûcan roja duh (12’ê Gulanê) du belavkarên pereyên sexte girtin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku her du belavkarên pereyên sexte li gundewarê rojhilatê Dêrazorê hatin girtin û pereyên sexte yên ku li gel wan hatin dîtin, hatin desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Hêzên Asayîşê lêpirsîna bi her du kesan re didomîne, piştre dê sewqî dadgehê werin kirin.

Back to top button