Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jinên ciwan yên bajarê Qamşlo û Hesekê meşek meşeleyan li darxistin.
Jinên Ciwan yên Kantona Firatê jî diyarkirin ku heta Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe wê her li qada bin.
Bi pêşengiya tevgera jinên ciwan yên bajarên Qamşlo û Hesekê, bi durişmeya “Jinên ciwan fedayî Rêber Apo ne” meşek meşeleyan hate li darxistin.
Meş ji qada Osman Sebrî ya bajarê Qamişlo dest pê kir û li çerxereya Dara Jiyanê veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de li ser navê tevgera jinên ciwan Mîdiya Xelîl daxuyanî xwand.
Mîdiya Xelîl balkişandin ser girîngiya azadiya Rêber Apo û got:
“Ji bo em karibin azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin divê em têkoşîneke cidî bikin.”
Li kantona Firatê jinên ciwan semînerek li ser fikir û felsefeya Rêber Apo dan
Yekitiya Jinên Ciwan a kantonêna Firatê jî ji bo nîqaşa li ser fikir û felsefeya Rêber Apo semînerek da.
Jinên Ciwan ji Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazorê jî beşdarî semînerê bûn.
Di semînerê de felsefeya Rêber Apo li ser jina azad di avakirina şorşan de û rêxistinkirina jinan li ser fikirê xwe parastinê di nava hêzên leşkerî de hate nîqşkirin û nirxandin.
Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo Komîteyên Tenduristiyê helwest nîşan dan



