Li bajarê Frankfûrtê yê Almanyayê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiya konvedanê hate lidar xistin.
Di çalakiya kon de afîş û pankartên ku daxwaza azadiya Rêber Apo dikin, hatin daliqandin.
Her wiha belavokên bi zimanê Almanî hatibûn amadekirin hatin xwendin û ji aliyê ciwanan ve hatin belavkirin.
Li wir li ser navê çalakgeran axaftin hatin kirin û bêdengiya CPT û welatên endam ên Konseya Ewropayê yên li hemberî binpêkirina mafê mirovan, hatin rexnekirin.
Her wiha banga li herkesî hate kirin ku li dijî tecrîdê bêdeng nemînin û helwestên xwe nîşan bikin.



