Hikumeta Şamê li xwe mikur hat ku fermana êrişa li ser herêmên gund û bajarokê Rojhilatê Dêrazorê ku 2 sivîl şehîd û 7 jî birîndar bûyîn ji aliyê wê ve hatiye dayîn.
Ev belgeya li ser ekranê ya Hikumeta Şamê ye ku tê de tîne ziman wan li dijî gundê Rojhilatê Dêrazorê êriş pêk aniye.
Li gorî wê Hikûmeta Şamê û çekdarên Difaa El-Wetenî bi çekên giran û navîn êrişî gundên li ser gundê peravên çemê Firatê kirin e.
Di encamê de 2 welatî şehîd û 7 sivîl birîndar bûn.
Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û Hecînê li gundê Zîban û El Letwa û Ebû Hemam bersiva êrişan dan.



