Bi sedan xelkê Kantona Firatê û saziyên Rêveberiya Xweser, sersaxî ji malbata gerîlayê HPG`ê şehîdê Bahoz Hewlêr re xwestin.
Gerîlayê HPG`ê şehîd Bahoz Hewlêr, Nîsana 2024’an li herêma Xakûrkê de şehîd bû.
Xelkê Kantona Firatê jî berê xwe dan bin konê merasîmê yê li gundê Xurxorî yê bajarê Kobanê.
Li bin kon Apê şehîd Bahoz Hewlêr, Farûq Oso anî ziman ku ew ê her tim rêya şehîdan bişopînin.
Hevseroka rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ya bajarokê Qinê Nazê Elî jî got:
“Em ê tola şehîdên xwe ji dijmin hilînin.
Dijmin tu carî li hember gerîlayên azadiyê nikare bi ser bikeve.”
Piştre wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.



