Li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Apo hatin li darxistin.
Ji bo şermezarkirina bêdengiya saziyên navneteweyî û bibîr xistina berpirsyariyên wan, çalakiyên Kurd û dostên wan li gelek welatan dewam dikin.
Federasyona Civaka Azad a Mezopotamyayê (FED-MED) li ber avahiya Partiya Keskan a li bajarê Dusseldorfê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de cezayên dîsîplînê, qedexeya hevdîtinê û tecrîda giran a li ser Rêber Apo hatin şermezarkirin û nerazîbûn ji bêdengiya Partiya Keskan re hate nîşandan ku hevparê hikumeta Alman e.
Di dema çalakiyê de Berpirsyarê Eyaleta North Rhine-Westphalia (NRW) ê Partiya Keskan hat ber avahiyê û hevdîtin bi rayedarên FED-MED’ê re kir.
Rayedarên FED-MED’ê ji hikumeta Alman û Partiya Keskan xwest ku li hemberî tecrîdê helwestê nîşan bidin.
Li alîkî din jî li ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Brukselê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
Li wir hevdîtin bi rayedarên navendê re hate kirin.
Di hevdîtinê de, çalakgeran têkildarî rewşa li Îmraliyê agahî xwestin û bang kirin ku alî bikevin nava tevgerê.
Li dora avahiyê jimarek zêde ya polîsan hatin bicihkirin.
Çalakî piştî hevdîtinê bi dawî bû.



