Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi wesîleya salvegera hevdîtina dawî ya parêzeran bi Rêber Apo re daxuyanî dan û gotin: “Divê di zûtirîn dem de gavên demokratîk bên avêtin û li Îmraliyê hevdîtinên parêzeran pêk were.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Di hevdîtina herî dawîn a bi parêzeran re Birêz Ocalan li ser dibetiya şer a li Serêkaniyê û Gire Spî diyar kiribû ku ew dikare di nava hefteyeke de bi temamî dawî li şer bîne, berovajî wê birînên kûr ên civakî vebibe û aborî jî nikare vê rewşê ragire.
Lê banga çareserî û diyalogê yê Birêz Ocalan bê bersiv ma.”
Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî hevdîtina 5 sal berê ya bi Rêber Apo re qedexeya hevdîtinê ya bi parêzeran re dest pê kiriye û wiha hate gotin:
“Divê êdî bê dîtin ku sîstema tecrîda Îmraliyê bandoreke neyînî li her kesî dike, sîstema hiqûqê serûbin dike û hatiye qonexeke ku nikare bê meşandin.
Divê di zûtirîn dem de gavên demokratîk bên avêtin û li Îmraliyê hevdîtinên bi parêzeran re pêk were.”



