Meclisa Sûriya Demokratîk(MSD) têkîldarî êrişên hikumeta Şamê ya li Dêrezorê daxuyaniyek da.
MSD’ê bang li hemû hêzên siyasî û nîştimanî kir ku sûcên hikumeta Şamê şermezar bikin.
MSDˊê diyar kir ku ew van êrişên hovane bi tundî şermezar dike û desthilata Şamê li hemberî van kiryaran berpirs dibîne û wê ji alozbûna rewşê hişyar dike.
Her wiha MSD’ê balkişand ser têkoşîna ku li hember van êrişan tê kirin û ev titş got:
“Em rola lehengî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku ev êriş têk birin, aramî û ewlehiya herêmê parastin silav dikin.
Her wiha em ji malbatên şehîdan re sersaxiyê û ji birîndaran re şifayê dixwazin.”
Meclisa Sûriya Demokratîk(MSD) bang li hemû aliyên siyasî û nîştimanî kir ku sûcên desthilata Şamê û hêzên wê yên ku rê li ber çalakbûna çeteyên DAIŞ’ê vedikin û xebatên têkoşîna li dijî terorê asgeng dikin, şermezar bikin.



