Li peravên başûrê Japonyayê erdhejeke dijwar pêk hat. Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hat dayîn.
Midûriyeta Meteorolojiyê ya Japonyayê ragihand ku li gor texminên ewil hêza erdhejê 7,1 bû.
Li peravên rojhilatê girava sereke ya başûrê Japonyayê Kiyushu bi kûrahiya 30 kîlometreyan erdhejek bi hêz pêk hat.
Ajansê hişyariya tsunamiyê jî da û diyar kir ku dibe ku li peravên başûrê Kiyushu û girava Şikoku ya nêzîk pêlên bi bilindahiya 1 metreyî hebin.
Televîzyona dewletê ya Japonya NHK ragihand ku hişyariya Tsunamî ji bo parêzgehên Miyazaki û Koçi ye.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê diyar kir ku erdhej 32 kîlometre dûrî peravên Miyazakî pêk hatiye.



