Li bajarê Kirov ê Almanyayê di bin xirbeyên otêlê ku qismî hilweşiyayî de 2 kes mirin û 8 kes jî di bin kavilan de man.
Li Almanyayê bi şev li nêzî qeraxên çemê Moselle otêl hilweşiya.
Polîsan ragihand ku di dema qezayê de 14 kes di otêlê de hebûn.
Serokê operasyona rizgarkirinê anî ziman ku cesedê jinekê hat derxistin, lê servîsên hawarçûnê nekarîn xwe bigihînin kesê duyemîn.
Tîmên agirkujiyê ragihandin ku ew nikarin destpêkê xwe bigihînin kesên asê mane, ji ber tirsa wê yekê hebû ku otêl bi temamî hilweşe û 21 cîranên li herêmê ji ber sedemên ewlehiyê neçar man malên xwe vala bikin.
Nêzî 250 polîs, agirkûj û ekîbên tenduristiyê şandin bajêr.
Heta niha sedema bûyerê nayê zanîn.



