Hat ragihandin ku ji ber barana mûsonê û lehiyên ku ev nêzî 6 hefte ne li Pakîstanê bi bandor in 154 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Rayedarên Ajansa Rêveberiya Afatê ya Neteweyî diyar kirin ku ji 1ê Tîrmehê vir ve barana mûsonê li gelek deverên welêt bi bandor e.
Rayedaran ragihandin ku ji ber barana zêde li hin herêman lehî û şimitîna axê pêk hatiye û zêdeyî hezar û 500 xanî zirar dîtine.
Rayedaran destnîşan kirin ku di vê pêvajoyê de 154 kes mirin ku piraniya wan ji parêzgehên Pencab û Xeyber Paktunkwa ne.
Baranên mûsonê ku her sal di navbera hezîran û îlonê de li Asyaya Başûr bi bandor dibin, dibe sedema felaketên xwezayî û qezayên mezin.
Zanyaran di vê nêrînê de ku barana ne asayî û zêde ya ku di salên dawî de li herêmê tê dîtin ji ber guherîna avhewayê ye.



