Hat ragihandin ku Kamala Harris di rojekê de piştî ku Waliyê Minnesotayê Tim Walz wek cîgirê serokê xwe îlan kir, 36 milyon dolar alîkarî berhev kir.
Kampanyaya hilbijartinê ya Partiya Demokrat ragihand ku 36 milyon dolar alîkarî ji malpera bexşînê ya partiyê re hatiye şandin.
Rayedarên kampanyayê berhevkirinek weha bilind a bexşînê di rojekê de wekî “nîşandana coşa” dengdêrên Demokrat ji bo hilbijartina Walz wekî cîgirê serok şîrove kirin.
Medya Amerîkî her weha rêjeyek mezin a bexşînan bi Walz ve girêda ku “walîyek populer e ku tê çaverê kirin ku berê xwe bide dengên gundan” da ku piştgirîya dengdêrên çîna karker bistîne.
Di 24 saetên ewil ên namzediya Harris de 81 milyon dolar alîkarî ji bo kampanyaya wê hat komkirin.
Her wiha hat diyarkirin ku ev yek rekorek e li gorî rêjeya alîkariyên ku di rojekê de ji aliyê namzetekî serokatiyê ve hatiye komkirin.
Partiya Demokrat a Hilbijartinê destnîşankirin ku tenê di meha Tîrmehê de hejmara alîkariyên ku hatine kirin gihîştiye 310 milyon dolaran.



