Li Geverê di çalakiyên gerîlayan de 3 polîs hatin cezakirin, 4 jî birîndar bûn.
Arteşa Tirk a qirker jî 27 caran bi teqemeniyên qedexe û balafiran êrişî qadên gerîla kir.
Li aliyê din Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG bi peyamekî gerîlayên li Girê Bahar û Qada Sergelê ku 14 dagirker cezakiribûn pîroz kir.
Tevî hemû êriş û teknîka dewleta Tirk a dagirker ya bi piştgiriya NATO, gerîla li her cihî derbe li arteşa wê dide.
Li Geverê di çalakiyên gerîla de 3 polîs hatin cezakirin, 4 jî birîndar bûn.
Derbarê çalakiyan de Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand.
HPG’ê eşkere kir ku li herêma Gever a Colemêrgê li dijî polîsên qirker çalakî lidarxistine û ev agahî parve kir:
29’ê Tîrmehê li taxa Cûmhûriyetê ya li navenda navçeya Geverê, li wesayiteke polîsan hate xistin.
Di encama çalakiyê de 2 polîs birîndar bûn, derb li wesayitê hate xistin.
1’ê Tebaxê li taxa Ormanê ya li navenda navçeya jî li wesayiteke polîsan hate xistin.
Di vê çalakiyê de 3 polîs hatin cezakirin, 2 polîs jî birîndar bûn.
2’ê Tebaxê li qaxa Gundê Sêgûzayê jî xefikeke kişandina wêneyan a dagirkeran hate bêkêrkirin.
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê jî gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî dagirkeriya Tirkiyê di nava çalakiyan de bûn.
Di nava du rojên derbasbûyî de gerîlayên li qadên berxwedanê ya Girê Cudî, Girê Amedî û Girê Baharê bi rêbazên cuda li dagirkeran xistin.
Bi van çalakiyan re tevgera dagirkeran hat rawestandin.
HPG: Arteşa Tirk 27 caran bi teqemeniyên qedexe û balafiran êriş kir
Dawiyê HPG’ê got:
7’ê Tebaxê Qada Berxwedanê ya Girê FM û Girê Cudî 10 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Herêma, Xakurkê, Garê, Metîna û Rojavayê Zapê jî bi giştî 17 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.



