Li bajarê Til Hemîsê cenazeyê şervanê YBŞ’ê Demhat Ereb bi merasîmekî li goristan şehîdan hat oxirkirin.
Şervanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Demhat Ereb 2’ê Tebaxê dema li Şengalê li ser erka xwe bû şehîd bûbû.
Şêniyên bajar û gundên Til Hemîsê, ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd berê xwe dan goristanê.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Xalid El Nayîf diyarkir ku şehîd Demhat wek ciwanekî Ereb di rêya pêşxistina yekitiya pêkhateyan de kedeke mezin da.
Ji fermandarên QSD’ê Omer Qamişlo jî sersaxî ji malbata şehîd Demhat re xwest û soza şopandina xeta şehîdan û pêkanîna armancên wan da.
Piştî axaftinan, wesîqeya şehadetê ya şehîd Demhat Ereb hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.



