Serokê berê yê Eniya Tirkmenan Eşref Salihî têkildarî lihevkirina li ser Kerkûkê ya bi PDK û Ereban re got:
“Me yanî Eniya Tirkmen, Ereb û PDK’ê li ser birêvebirina hevpar ya Kerkûkê lihev kiriye.
Ji ber ku zêde dem li ber dest nemaye. Mayîna Kerkûkê ya di vê rewşê de jî ne di berjewendiyên tu kesê de ye.”
Serokê berê yê Eniya Tirkmenan Eşref Salihî di hevpeyvînek li gel Al-Sumaria News de diyar kir ku wan bi Ereb û PDK’ê re li ser birêvebirina hevpar ya Kerkûkê lihev kirine.
Eşref Salihî di axavtinê xwe de wiha dibêje:
“Gotûbêjên me yên bi pêkhate û serkirdeyên siyasî re didomin.
Bernameya Serokwezîr jî di gihandina projeyê û pêngav avêtina ji bo lihevkirinê, serkeftî bû.
Eşref Salihî: Di nava çend rojan de wê lihevkirin tamam bibe
Salihî bi domdarî diyar kir ku evê di nava çend rojan de li hevkirinên xwe tamam bikin û wiha anî ziman:
“Heta niha aliyên siyasî nekarîne tu lihevkirinan bikin.
Lê ez di wê baweriyê de me ku di nav çend rojên pêş de emê bigihin lihevkirinê.
Ji ber ku zêde dem li ber dest nemaye. Mayîna Kerkûkê ya di vê rewşê de jî ne di berjewendiyên tu kesê de ye.”
“Lihevkirin li ser 3 aliyan wê pêk were ew jî Eniya Tirkmen, PDK û Ereban pêk tê”
Têkildarî lihevkirina Eniya Tirkmenan bi PDK û Ereban re jî Salihî wiha got:
“Sê aliyan li ser vê mijarê lihev kirine ku ew jî ji Eniya Tirkmenan, PDK û Ereban pêk tê.”
Hejayî gotinêye ku tevî ku Kurd li Kerkûkê zêdetirin û xwediyê 7 kursiyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ne jî,
lê PDK’ê weke her carê aliyê dijî gelê Kurd hilbijart û li ser bidestxistina postê walitiya Kerkûkê çûye bi Eniya Tirkmen û Ereban re lihevkirin îmze kiriye.
PDK’ê pişta xwe daye YNK û gelê Kurd û destê xwe daye destê Eşref Salihî yê ku di bin fermana van plana qirêj ên li dijî Kurdan, bi Hakan Fîdan tevdigerin.



