Maduro ji bo 10 rojan malpera civakî ya X’ê ku xwediyê wê Elon Musk e li Venezeulayê qedexe kir.
Her wiha qedexekirina demkî ya X’ê derbek din teknolojiya mezine e ku Maduro vê hefteyê bang li alîgirên xwe kir ku dev ji WhatsApp’ê berdin.
Maduroyê ku herî dawî li ber kamerayan sepana WhatsAppê ji têlefona xwe jê bir, niha jî X’ê li seranserê welêt 10 rojan qedexe kir.
Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro doh tansiyona bi platforma medyaya civakî X’ê û xwediyê wê Elon Musk derxist asteke nû û platform li welatê Amerîkaya Başûr ji bo 10 rojan qedexe kir.
Maduro ragihand ku wî biryara ku ji aliyê saziya birêkûpêk Conatel ve hatiye şandin îmze kiriye û “biryar daye ku tora civakî X’ê, ku berê wek Twitter dihat zanîn, ji bo 10 rojan neçalak bike.”
Maduro di axaftina xwe ya ku di televîzyona dewletê de hat weşandin de Musk bi teşwîqkirina kîn, şerê navxweyî û mirinê sûcdar kir.
Maduro: Dest ji WhatsApp’ê berdin
Qedexekirina demkî ya X’ê derbek din teknolojiya mezine e ku Maduro vê hefteyê bang li alîgirên xwe kir ku dev ji WhatsApp’ê berdin.
Maduro anî ziman ku divê li şûna wê Telegram an jî WeChat were bikaranîn, serlêdana peyaman ji bo şandina gefan li malbatên leşker û polîsan hatiye bikaranîn.
Herî dawî, Maduro bi hinceta ku naveroka medyaya civakî bi belavkirina “nefret” û “faşîzmê” welat perçe dike, WhatsApp ji têlefona xwe rakir.
Maduro roja Duşemê di axaftina xwe ya mîtînga li ber Qesra Miraflores a paytext Caracas de got:
“Ez têkiliya xwe ya bi WhatsAppê re qut dikim.”
WhatsApp ji bo tehdîdkirina Venezuelayê tê bikar anîn û ji ber vê yekê ez WhatsAppê ji têlefona xwe heta hetayê radikim.”
Rageşiya piştî hilbijartinên li Venezuelayê
Lijneya Hilbijartinê ya Venezuelayê diyar kir ku Maduro di hilbijartinên serokomariyê yên 28’ê Tîrmehê de ji sedî 51’ê dengan stendiye.
Ev daxuyanî li ser medyaya civakî bû sedema sûcdariya sextekariyê û protestoyên berfireh.
Çavdêriya Têkoşîna Civakî ya Venezuelayê ragihand ku di xwepêşandanan de heta niha herî kêm 23 kes mirine.
Di rojên piştî hilbijartinê de, li Venezuela û li derveyî welêt xwepêşandan ji bo îstifakirina Maduro û naskirina serkeftina namzetê muxalefetê Edmundo Gonzalez dest pê kirin.
Muxalefeta bi pêşengiya Maria Corina Machado û Gonzalez îdia dike ku kopyayên encamên jimartina dengan hene ku nîşan didin wan di hilbijartinê de bi zêdeyî 7 mîlyon dengan bi ser ketine, lê Maduro 3,3 mîlyon deng stendiye.
Venezuella-Maduro di hilbijartina serokkomariyê de biser ket


