Asayişa Êzidxanê diyar kir bi sedan malbatên koçber ên Êzidî ji ber provakasyona PDK’ê kampên xwe terikandin û vegeriyan Şengalê.
Her wiha koçbberên ku ji kampan wegeriyan bang li hamû koçberan kirin û gotin:
“Kamp ji bo we ne cihên bi ewle ne, vegerin ser cih û warê xwe.”
Di salvegera fermana Şengalê de Qasim Şeşoyê PDK’yî daxuyaniyeke provakatîf a fitneyê bixe nava Êzidî û misilmanan de da.
Ev daxuyaniya ku bi zanabûn ji aliyê navenda şerê taybet yê dewleta Tirk û PDK’ê ve hate dayîn, bû sedem ku metirsî li ser jiyana bihezaran koçberên Êzidî yên li kampan de dijîn çêbike.
Ji ber vê, bi hezaran Êzîdî berê xwe dan Şengalê û herêmên dibin kontrola Rêveberiya Xweser de.
Koçberên bilez û bez kampên xwe terk kirin, li Şengalê ji aliyê Asayişa Êzidxanê ve hatin pêşwazîkirin.
Têkildarî mijarê Fermandariya Asayîşa Êzîdxanê duxuyaniyeke nivîskî da.
Asayişa Êzidxanê: PDK’ê bi hinceta ‘Şengal ne arame’ vegera gel asteng dike
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku PDK’ê di fermanê de Êzîdiyan ne parast û wan di destê DAIŞ’ê de hiştin û hat gotin:
“Bi salane tevî ku gel dixwaze vegere ser cih û warê xwe jî, PDK’ê bi hinceta ku ‘Şengal ne arame’ vegera gel asteng dike.”
Asayişa Êzidxanê: Ji ber provakasyona PDK’ê jiyana koçberan di metirsiyê de ye
Asayişa Êzidxanê da zanîn ku ji ber provakasyona PDK’ê jiyana bihezaran koçberên Êzidî yên li kampên dibin kontrola PDK’ê de ketiye metirsiyê û got:
“Ji ber provakasyona PDK’ê îro bi sedan malbat kampên Başûr terk kirin û berê xwe dan Şengalê.
Ev jî da nîşan ku gel kampên PDK’ê bi ewle nabîne, cihê herî bi ewle dibîne Şengale û herêmên dibin kontrola Rêveberiya Xweser de ye. Vegera gel a îro da nîşan ku îdîayên PDK’ê yên derbarê Şengalê de bêbingehe û bersiva herî rast jî gel da.”
Asayişa Êzidxanê: Em ê heta dawiyê civaka xwe biparêzin
Asayişa Êzidxanê di dawiyê de ev bang li gel kir ku ev amade ne gelê xwe pêşwazî bikin û biparêzin:
“Em amadene her timî gelê xwe biparêzin.
Divê gelê me bizane Şengal arame û parastiye. Emê her timî parastina gel û civaka xwe bikin.
Divê ciwanên me jî li dijî hemû tehdît û xetereyên li ser gelê me asayîşa xwe mezin bikin û xizmetê ji parastina civaka xwere bikin.”



