Yek ji parêzvanên mafên mirovan a navdar a Fransayê Genevieve Garrigos diyar kir ku tecrîd êşkenceyeke giran e û sûcê li dijî mirovahiyê ye û got:
“Divê em dawî li polîtîkayên durû bînin û Abdullah Ocalan azad bikin.
Şert û mercên heyî yên Abdullah Ocalan, rewşeke lezgîn û cidî nîşan dide.
Tecrîd weke şêwazekî êşkenceyê, bi eşkere cezakirin û tolhildan tê qebûlkirin.”
41 meh in agahî ji Rêber Apo ku zêdeyî 25 salin li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, nayê wergirtin.
Rêberê Apo di bin tecrîdeke mutlaq de tê ragirtin.
Endama Meclîsa Şaredariyê û Seroka Berê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Genevieve Garrigos têkildarî rewşa li Îmraliyê, ji ANF’ê re axivî.
Genevieve Garrigos: Tirkiye peymanên mafên mirovan binpê dike
Genevieve Garrigos diyar kir ku wan ji CPT yê re name şandine û armanca esas a nameyê wiha vegot:
“CPT weke saziyeke Konseya Ewropayê, wezîfedar e ku şert û mercên girtîbûna Birêz Ocalan bişopîne.
Weke Fransiyan me ji CPT daxwaz kir ku mafê hevdîtina bi Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê re, pêk were.
Tirkiye jî endamê Peymana Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê ye, lê belê hemû peymanên navneteweyî yên ji bo mafê hevdîtina girtiyan a bi parêzeran re, binpê dike.”
Genevieve Garrigos: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye
Garrigos diyar kir ku tecrîd weke cureyekî êşkenceyeke giran, dermirovî û muameleyeke biçûkxistinê tê qebûlkirin û ev tişt got:
“Tecrîdkirina mirovan, hem li ser tenduristiyê hem jî li ser derûniyê bandorên cidî diafirîne. Şert û mercên heyî yên Abdullah Ocalan, rewşeke lezgîn û cidî nîşan dide. Tecrîd weke şêwazekî êşkenceyê, bi eşkere cezakirin û tolhildan tê qebûlkirin.”
Genevieve Garrigos: Abdullah Ocalan divê azad bibe
Garrigos ragihand ku pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ girtîng e û divê piştgirî bê dayîn û wiha anî ziman:
“Di serî de Fransa û Belçîka ji xeynî dewletên endamê Konseya Ewropayê, ez bang li DYE’yê jî dikim ku ji bo berdana Abdullah Ocalan her tiştê pêwîst bike. Kurd, rû bi rûyê zextên giran ên hikûmeta Tirk dibînin. Divê dawî li vê yekê bê anîn.”
Garrigos bal kişand ser helwesta Konseya Ewropayê û welatên Ewropayê ya li hemberî bêhiqûqiyên dewleta Tirk û wiha bi dawî kir:
“Ji ber berjewendiyên jeopolîtîk û peymanên koçberiyê, her tim Tirkiye tê efûkirin. Ji ber wê jî divê helwesta Konseya Ewrupa were guhertin, êdî hindek rastiyan bibîne.”



