TAJÊ beriya salvegera fermana 74’an ji bo darizandina PDK’ê û hemî berpirsên fermanê dosya û nameyek ji gelek cihan re şandibû.
Yekitiya Ewrupayê bersiva TAJÊ da û diyar kir ku belge û nerînên di dosyayê de hatine pêşkeşkirin gelek bi qîmetin.
Yekitiya Ewrupayê diyar kir ku Nûnertiya Pewendiyên Parlamentoya Ewropayê ya Iraqê re (D-IQ) hat avakirin, ewê tavilê name û dosyaya wan ji bo nirxandinê ji serokê nû yê were hilbijartin re, bişînin.
Di çarçoveya 10’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo darizandina PDK’ê û berpirsên fermana 74’an dosyayek li ser kiryarên PDK’ê amade kiribû.
Dosya ji welatên ku jenosîdê nas kirine, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Serokwezôrê Iraqê Sudanî û Wezirê Karên Derve yê Elmanyayê re şandibû.
Ligel dosyayê nameyek ku sedema şandina dosyayê tê de tê vegotin jî hat şandin.
Yekitiya Ewrupayê (YE) bersiv da nameya TAJÊ.
Di bersivê de hat diyarkirin ku dema Nûnertiya Pewendiyên Parlamentoya Ewropayê ya Iraqê re (D-IQ) hat avakirin, ewê tavilê name û dosyaya wan ji bo nirxandinê ji serokê nû yê were hilbijartin re, bişînin.
“Yekitiya Ewrupayê ji bo mafê civaka Êzîdî were parstin hewl dide”
Berfirehiya nameya bersivdanê ya Yekitiya Ewrupayê wiha ye:
“Jin û mêrên bi rêz, Spas ji bo name û parvekirina rapora berfireh li ser bûyerên trajîk ên ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de li dijî civaka Êzidî hat kirin. Wek piştgiriyek demdirêj a maf û parastina civaka Êzidî, YE ku her dem ji bo mafên civaka Êzidî werin parastin hewl dida, ji bo teşwîqkirina hesabpirsîna hovîtiya ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye kirin ji hewldanên navneteweyî re pêşengiyê dike.
“Agahî û nêrînên ku we pêşkêş kirine gelek bi qîmet in”
Yekitiya Ewrupayê di domdariya nameya xwe de wiha got:
“Li kêleka nameya we me dosyaya ku şandiye jî girt. Agahî û nêrînên ku we pêşkêş kirine gelek bi qîmet in. Dema Nûnertiya Pewendiyên Parlamentoya Ewropayê ya Iraqê (D-IQ) hat avakirin, em ê tavilê name û dosyaya we ji bo nirxandinê ji serokê nû yê were hilbijartin re, bişînin.”
TAJÊ ji bo darizandina PDK’ê dosyayek pêşkêşî welatên ku jenosîd nas kirine kir



