Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameya şehîd Soro Berxwedan eşkere kir.
HRE yê sersaxî ji malbat û gelê kurdistanê re xwest û got:
“Em weke hevrêyên wî careke din soz didin ku em ê erkên şoreşê yên ku hevrêyê me Soro radestî me kir bi cih bînin.
Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameya şehîd Soro Berxwedan eşkere kir.
HRE li ser têkoşîna şehîd Soro berxwedan wiha got:
Rêhevalê me Soro li warê berxwedana serdemê, li bajarê Efrînê di malbatekî welatparêz de, ji dayik dibe.
“Her dem li refên herî pêş û rêhevalek fedakar û kedkar bû”
Rêheval Soro dema şoreşa Rojavayê Kurdistanê destpê kir berê xwe dide nava refên şoreşê.
Pîştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hevalê me Soro cihê xwe di nava Hêzên Rizgariya Efrînê de girt.
Rêheval Soro hemû erkên ku ket ser milên wî bi layiqî pêk anî.
Her dem li refên herî pêş û rêhevalek fedakar û kedkar bû.
Hewl da di her milî de xwe pêş bixe. Bi perwerdeyên bîrdozî re hem di aliyê fikrî hem jî di aliyê pratîkê de, xwest ku ji daxwazên demê re bibe bersiv.
Bê rawestan, li her deveran bi karê şoreşgertiyê rabû, heya kêliya xwe ya dawî jî her demê bi îrade û baweriyekî xurt ji bo rizgarkirina Efrînê û deverên din ên dagirkirî têkoşiya.”
“Emê xeyalên şehîdan pêk bînin”
HRE herî dawî ji malbat û gelê kurdistanê re sersaxî xwest û got:
“Em weke Hêzên Rizgariya Efrînê, di şexsê malbata hêja ya rêheval Soro Berxwedan de, em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.
Em weke hevrêyên wî careke din soz didin ku em ê erkên şoreşê yên ku hevrêyê me Soro radestî me kir bi cih bînin.
Agahiyên derbarê nasnameya şehîd de wiha ne:
Nasnav: Soro Berxwedan
Nav û Paşnav: Mihemed Hesen
Navê Dayikê: Ayşe
Navê Bav: Hesen
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê, 9 Tebax 2024



