Xelkê Dêrazorê cenazeyê Şervanê QSD’ê Sair El Mucel li goristana şehîdan oxir kirin û teqez kirin ku ev êriş îsrara wan ya dewama proja neteweya demokratîk têk nabe.
Li Dêrazorê merasîma oxirkirina şervanê QSD hebû.
Şervanê QSD’ê Sair El Mucel 7’ê Tebaxa 2024’an di êrişa leşker û çekdaran hêzên Hikumeta Şamê li Dêrazorê şehîd bû.
Şêniyên Kantona Dêrazorê, Endamên Hêzên leşkerî, ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê QSD’ê Sair El Mucel li goristana şehîd Xidir El Hemad kom bûn.
Di merasîmê de, kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û gotin:
“Êrîşên hovane yên hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetanî tenê bi armanca derxistina fitiniyê li herêmê ye.
Lê sekna gelê Dêrazorê ya li rex QSD’ê ev armanc vala derxist.
Dawiyê, wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.



