Şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rûspiyên qebîleyên li herêmê, saziyên siyasî û civakî li dijî van êrîşan rabûn ser piyan û bertek nîşan dan.
Li hember êriş û hewldanên xirakirina aramiya herêmê, gel bi hêrs e.
Îro xelkê herêmê bi tayîbet şêniyên kantonên Dêra Zor, Reqa, Tebqa û Minbicê li hember êrîşên Hikûmeta Şamê daketin qadan.
Şêniyên bajarê Reqayê meşeke li darxistin û êriş şermezar kirin.
Piştî meş veguherî mîtingê, li ser navê şêniyên Reqayê rûspiyê eşîra Sebxa şêx Mihemed Tirkî Sewan axivî û got:
“Hikûmeta Şamê û çeteyên wê dixwazin tevlihevî û fitneyê li herêmê derxin.”
Bi heman armancê şêniyên kantona Tebqa jî daketin qadan û piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re nîşan dan.
Li Minbicî jî, li dijî êrişan bertek û nerazîbûnên xwe nîşan dan.
Şêniyên navçeya Sirînê ya Kobanê jî meşek lidar xistin.
Piştî meşê daxuyanî hate dayîn û wiha hate gotin:
“Ji bo parastina vê xakê çi ji me bê xwestin û li ku derê be em hazir in.”
Li bajarê Hesekê jî bi pêşengiya Partiya El Weten El Sûrî li dijî êrîşan çalakiyeke bêdeng hat lidarxistin.
Di çalakiyê de wêneyên qurbaniyên komkujiyê hatin hildan û bi pankartên, “Xwîna zarokên me ji bo me hêja ye”, ” Yên zarokên me qetil dikin, meşrûiyeta wan nîn e” helwest hat nişandan.



