Li bajarê Hecînê, ji malbatên şehîdên komkujiya Dehle re sersaxî hat xwestin.
Li Hecînê, konê sersaxiyê ji bo şehîdên komkujiya gundê Dehle ji aliyê saziya malbatên Şehîdan ve hate vekirin.
Xelkê Dêrazorê melbatên şehîdan bi tenê nehiştin, herikîn bi konê sersaxiyê û sersaxî dan malbatan.
Li wir, Endamê Komîteya Rêveber a Herêma Rojhilatê Dêrazorê Selah İsmaîl El-Semen axivî û got:
“Hêzên Hikûmtê bê ku ferq û cudahiyê bixin navbera sivîlan bi dijwarî toparan kirin û di encamê de komkujî pêk hatin.
Emê vê yekê qet efû nekin û heta dawiyê li rex hêzên xwe bin.”



