Hemxwetê bersivdayîna êrişên çeteyên hikumeta Şamê li dijî Dêrazorê, DAIŞ’ê tevgera xwe zêdetir kiriye.
QSD li gundekî Dêrazorê li dijî şaneyek DAIŞ’ê operasyonek pêk anî.
Di operasonê de, serçeteyekî ku berpirsê kuştinan bû û çeteyek din hatin kuştin û yek jî hate girtin.
QSD’ê dîsa peyama xwe da û diyarkir ku wê tu kes nikarbin ewlehiya herêmê têk derb bikin.
Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê çi kesê ku dixwazê ewlehî û aramiya herêmê derb bike, bê bandor dike.
Di van rojên dawî de, çeteyên hikumeta Şamê êrişî herêmên di bin kontrola QSD’ê li Dêrazorê kirin.
Her wiha bi topên bêserûber malên sivîlan kirin armac û gelek sivîl şehîd bûn.
Li vir hêzên QSD bersiv da çeteyên hikumeta Şamê û gelek ji wan kuştin.
Hemxwetî bersivdayîna çeteyên hikumeta Şamê, çeteyên DAIŞ’ê ku ev alozî wekî derfetek ji xwe re dîtin dest bi plankirina êrişan kirin.
Tevî bersivdayînê, liv û tevgera şaneyên DAIŞ’ê jî di bin çavdêriya hêzên QSD’ê de ne.
Vê sibê Hêzên taybet YAT yên girêdayî QSD’ê li dijî şaneyek DAIŞ’ê ku ji 3 çeteyan pêk dihat, operasyonek ewlehiyê li dar xist.
Operasyon li gundê Siwêdan El-Cezîra li gundewarê rojavayî Dêrazorê bi piştgiriya Koalisyona Navneteweyî pêk hat.
Hêzên YAT’ê gund ji hemû aliyan dorpêç kir û banga xweradestkirinê li çeteyan kir.
Lê çeteyan ev bang paşguh kirin û gule li hêzên operayonê berdan.
Serçeteyekî berpirsê kuştinan û çeteyek din hatin kuştin û yek jî girtin
Li vir şer navbera hêzên QSD û çeteyan derket.
Di şer de serçeteyekî berpirsê kuştinan li herêmê û çeteyekî din hatin kuştin.
Her wehe çeteyek jî hate girtin.”
QSD’ê eşkere kir ku di operasyonê de çek, alav û gelek belgeyên kesan desteserkirin.
Dawiyê QSD’ê diyar kir ku tevî êrişên çeteyên hiumeta Şamê tu kes wê nikaribin ewlehî û aramiya herêmê derb bikin.



