Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam de 3 leşkerên hêzên hikumeta Şamê li bejahiya bajarê Laziqiyê kuştin.
Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam bi hawan û obîsan êriş baregehên hêzên hikumeta Şamê yên li eniya Nehşeba ya bejahiya bakurê bajarê Laziqiyê kirin.
Li gorî çavkaniyan di êriş de 3 leşkerên Şamê hatin kuştin.
Çavkaniyan dane zanîn ku hêzên Şamê jî derdora bajarokê Kensefra yê başûrê Idlibê bi hawanan û gundên Kefeteal, Keferema û Mezari El Wasta yê bejahiya rojavayê Helebê bi obîsan topbaran kirin.
Derbarê windahiyên canî de agahî nehatin parvekirin.



