Jinên ji Efrîkaya Başûr bi armanca şermezarkirina biryara darvekirina rojnamevan û aktîvîstên mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî, li bajarê Pretorayê çalakiyek lidar xistin.
Komelgeya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê KJAR, di salvegera 14’emîn a darvekirina Şîrîn Elemhûlî û hevrêyên wê de di 9’ê Gulana 2010’an de dest bi kampanya
“Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re” kiribû.
Jinên Efrîka Başûr jî piştgirî dan vê kampanyayê.
Di 10’ê Tebaxê de li ber Sefaretxaneya Bilind a Îranê ya li Pretorîayê ji bo tevlî dengê yekbûyî yê kampanya KJAR’ê bibe xwepêşandanek pêk anî.
Di çalakiyê de hate gotin, “Em tevlî dengê cîhanê a ku reşîma Îranê ya zalim şermezar dikin, dibin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Em plan dikin ku bi ruhê yekitiya jinan, yên ku ji ber serdemên neheqî hatin darvekirin û bi bûyerên dîtir re rû bi rû ne, rexistinbûn û xebate xwe ya hevpar bidominin.



