“Rêxistinên civaka demokratîk garantiya azadî, edalet û wekheviyê ye”,
Bi vê dirûşmeyê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM duh 5’mîn kongreya xwe li dar xist.
Remziye Miheme û Ebdulselam Seyîd Mehmûd weke hevserokên TEV-DEM’ê hatin hilbijartin.
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM duh li Hesekê kongreya xwe ya 5’mîn li dar xist.
Kongire di bin dirûşma “Rêxistinên civaka demokratîk garantiya azadî, edalet û wekheviyê ye” pêk hat .
Zêdetirî 500 delege beşdarî kongreyê bûn .
Nûnerên Rêveberiya Xweser, QSD, MSD, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û saziyên jinan beşdar bûn .
Di konferansê de rapora salê ya tevgerê, perspektîfên siyaseta nîştimanî û rêzikname hatin xwendin.
Her wiha rêzikname hat nîqaşkirin û hin guhartin hatin çêkirin.
Remziye Miheme û Ebdulselam Seyîd Mehmûd bûn hevserokên TEV-DEM’ê
Di konferansê de Ebduselam Mehmûd û Remziye Mihemed wek hevserokên nû yên tevgerê hatin hilbijartin.
Endametiya 100 kesan jî ji bo Meclisa Giştî hat pejirandin.
Di dawiya konferansê de encamnameyek hat dayîn hin xalên encamnamê ev in :
Wê azadiya Rêber Apo di serê xebatên pêşîn û berpirsiyariya tevgerê de be.
Destekdayîna pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd.
Ji bo qada perwerdeyê ya yekitî û rêxistinên civaka demokratîk jî destek were kirin .
Xurtkirina sazûmaniya rêxistinên civaka demokratîk û pêkanîna têkiliyên dîplomasî bi rêxistin û saziyên sivîl re.
Avakirina meclisa jinan di sazûmaniya rêxistinî ya tevgerê de.
Teqezî li ser girîngiya rola ciwanan di rêxistinên civaka demokratîk de bi rêya rêxistin û perwerdeyê.
Tevlêkirina hemû yekitiyan li komînan ji bo pêşxistina asta rêxistinî û xizmetguzarî ya komînan.



