Dîsa hêzên Hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfa El-Wetenî êrişî sivîlan kir.
Di nîvê şevê de, top avêtin gundên Keşkiyê û di encamê 2 kes birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku Emar Salih El-Emşa û hevjîna wî di wan êrişan de birîndar bûn û bo nexweşxaneya Bû Hemam hatin veguhestin.
Li gor navendê, hêzên “Rejîmê û çeteyên Dîfa El-Wetenî”, ji gundên Diwêr û Sebxa gundên tijî sivîl bi taybet, Bû Hemam, Keşkiyê û Bisêra topbaran kirin.
Gelek ji wan topan li xaniyên sivîlan ketin û ji bilî birîndarbûna 2 kesan, agirên mezin bi bax û baxçeyên welatiyan ket.
Li Ebû Hemamê jî, ji ber topên Hikûmeta Şamê 14 kes birîndar bûn û birîndariya 2 giran e.
Şervanên QSD’ê hewldaneke çekdaran li Dîbanê têk bir
Rojnamevan Ibrahîm Ehmed ji Ronahî TV re ragihand ku Hêzên Sûriya Demokratîk hewldaneke çekdaran a derbasbûna bajaroka Dîbanê têk bir û di encamê 2 çekdar hatin kuştin.
Di roja 9’ê tebaxê de, Hêzên hikûmeta Şamê li gundê Dehla yê Dêra Zorê komkujiyek pêk anî û di encamê de 11 sivîl şehîd bûn.
Eşîra Igêdat: Li hember êrişên li dijî Dêra Zorê em ê bi QSD’ê re bin



