Rûspiyên eşîran êrişên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî yên li Dêra Zorê şermezar kirin û li dijî destwerdana dewleta Tirk banga yekîtiyê kirin û gotin:
“Em dizanin ku destê Tirkiyê di êrîşan de heye.
Weke rûspî û şêxên herêmê heta dawiyê em bi QSD’ê re ne.
Em ê bi xwişk û biratiya gelan van êrişan têk bibin.”
Têkildarî êrişên çekdarên Dîfa El Wetenî û hêzên hikumeta Şamê yên li ser Dêrazorê, Rûspiyê Eşîra Sefa Mihemed Tirk Suan û Rûspiyê Eşîra El Efadla Şêx Îbrahîm El Hadî axivîn.
“Em bi Rêveberiya Xweser û QSD’ê re ne”
Mihemed Tirk Suan êrişên çekdarên Dîfa El Wetenî û hikumeta Şamê yên li ser Dêra Zorê şermezar kir û got:
“Êriş ji aliyê çekdarên Dîfa El Wetenî û hikumeta Şamê ve têne kirin, lê belê hêzên ku êriş dikin xwe weke artêşa eşîran didin naskirin.
Çekdarên êrişkar dibêjin, eşîr li dijî Rêveberiya Xweser û QSD’ê ne, lê ev yek ne raste û tiştekî bi vî rengî nîne.”
“Destê dewleta Tirk di êrişan de heye”
Suan diyar kir ku ew dizanin ku destê tirkiyê di êrîşan de heye û wiha domand:
“Dewleta Tirk li gorî berjewendiyên xwe tevdigere.
Propaganda reşkirina Rêveberiya Xweser dike da ku karibe projeya Neteweya Demokratîk a Rêveberiya Xweser ji holê rake.”
“Rê û armanca gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî yek e”
Mihemed Tirk Suan bang li xelkê Dêrazorê kir ku divê ji sekna xwe ya têkoşeriyê tawîzê nede û wiha pê de çû:
“Rê û armanca gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek e.
QSD hêza me ya xweparastinê ye, divê em her dem piştgiriya wê bikin.”
“Armanca bingehîn a eşîrên li ser herêmê têkbirina aramiyê ye”
Şêx Îbrahîm El Hadî jî destnîşan kir ku armanca bingehîn a eşîrên li ser herêmê têkbirina aramiyê ye û got:
“Em hêvîdar in ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber van êrişan rabin û xwedî li xaka xwe derkevin.
Weke rûspî û şêxên herêmê heta dawiyê em bi Rêveberiya Xweser û QSD’ê re ne.”
“Bi xwişk û biratiya gelan em ê dawî li êrişan bînin”
El Hadî anî ziman ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser temsîla xelkê herêmê dikin û wiha berdewam kir:
“QSD û Rêveberiya Xweser rojeke bi tenê jî nêzîkatiyeke nijadperest û neteweperest nîşan nedan.
Ereb, Kurd, Suryanî, Ermen, Çerkes hemû têkoşîneke hevpar dimeşînin û di oxira vê têkoşînê de ji bo xwişk û biratiya gelan jiyaneke hevpar ava kirin.
Em ê bi xwişk û biratiya gelan van êrişan têk bibin.”



