Artêşa Tirk a dagirker di saetên derengî şevê de bi çekên giran û bi awayekî dijwar gundên herêma Şehba topbaran kir.
Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin:
Di saetên derengî şevê de artêşa Tirk a dagirker bi awayekî dijwar, bi guleyên obîs û hawnan gundên Şehbayê topbaran kir.
Taybet gundên Hirbilê, Şêx Îs, Bêlûniyê, Eyn Deqnê û derdora bajarokê Til Rifetê topbaran kir
Beriya wê jî gundewarên Minbicê hatin bombebaran kir.



