Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan duh lîsteya wezîran pêşkêşî parlamentoya Îranê kir.
Piştî ragihandina lîsteyê, weke bertek alîkarê Serokkomarê Îranê yê Karûbarên Stratejîk
Mihemed Cewad Zerîf ji erka xwe îstifa kir.
Zerîf li ser hesabê xwe yê tora civakî peyamek weşand û got:
“Bê guman ez ji encama karên xwe ne xweş im.
Ez şerm jî dikim ku min nekarî fikrên lijneyên pispor, hebûna jinan û ciwanan û komên etnîk bi awayê ku min soz dabû li kabîneyê cihê xwe bigirin.”
Hêjayî gotinê ye serokkomarê Îranê duh lîsteya wezîran pêşkêşî parlamentoyê kir, lê di nava lîsteyê de ti Kurd, Sunî, Belûç, Azerî û Ereb nînin, hemû wzîrên kabîneyê jî Şîe ne.



