Li Etiyopyayê ji Hezîran heta Tebaxê demsala baranê ye, li welêt gelek caran felaketên wekî lehî û şimitîna axê çêdibin.
Ji ber lehiyê li gor daxuyaniya rayedarên welêt bi hezaran kes ji bo heremên ewle hatine veguhestin.
Li paytexta Ugandayê, Kampala, di encama hilweşîna qadeke çopê ya ku ji ber barana zêde pêk hat de herî kêm 21 kes mirin.
Li gorî televizyona FBC ya dewletê, lehî ji ber barana zêde bandor li herêma Gambella kir.
Rayedarê rêveberiya rîska karesatê ya herêmî Gatbel Moon ji FBC re ragihand ku ji ber lehiya ku li 4 navçeyan ketiye gelek xanî û qadên çandiniyê zirar dîtine.
Gatbel Moon diyar kir ku kesên ku ji ber lehiyê zirar dîtine hatin veguhestin bo herêmên ewle û diyar kir ku 16 hezar kes hewcedarê alîkariyê bûne.
Moon diyar kir ku ji bo sivikkirina rewşa kesên ku ji ber lehiyê mexdûr bûne, ew bi rayedarên herêmî re xebatên xwe didomînin.
Li Ugandayê ji ber hilweşîna cihê komkirina çopê herî kêm 21 kes mirin
Berdevkê Polîsê Bajarê Mezin ê Kampalayê Patrick Onyango diyar kir ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên li herêma Komkirina çopê ya li herêma Kiteezi ya ku di 9ê tebaxê da ji ber barana zêde di şimitî de hilweşiya, dewam dikin.
Onyango, destnîşan kir ku hejmara kesên di bermahiyên li qada komkirina çopê de jiyana xwe ji dest dane derket 21’an û diyar kir ku dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.
Onyango got:
“Têkiliyên me yên bi rayedarên herêmî re dewam dikin. Têkildarî hejmara miriyan hêjmarên cuda tên.
Dibe ku em hejmara herî rast ji Buroya Îstatîstîkê ya Ugandayê bigirin.”



