Desteya Jin a kantona Minbicê û Buroya Prastina zarokan bi daxuyniyekê êrîşên dijî Dêra Zorê û hedefgirtina jin û Zarokan şermezar kir.
Desteya jin a kantona Minbicê û Buroya Parastina zarokan di daxuyniyê de diyar kir ku armanca van êrîşan
derxsitina tevlihevî û tirsiyê di nava gelê herêmê de ye û got.
Em ji van kirinên rejîma Sûriyê û piştgirên wê matmayî namînin, ji ber ku wan xwedî dîrokeke dirêj û tarî ya kuştin, revandin û koçberkirinê ne.
Armanca wan bi van kirinan bêîstiqrarkirina herêmê û belavkirina tirs û xofê di nav xelkê de ye.
Bang li welatên garantor dikin ku ji bo rawestandina van êrîşan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gavana bavêjin.
Ji ber bombebarana bêserûber zarok, jin û sivîlên bêguneh dike armanc.
Di dawiya daxuyniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin û ji bo birîdnaran jî şîva hat xwestin.



