Desthilata Îranê li Rojnamevanên jin Nîlufer Hamedî û Elaha Mûhammedî her yek ji wan şeş sal cezayê girtîgehê birî.
Li gorî agahiyên ji aliyê parêzeran ve hate dayin, di dadgeha destpêkê de 25 sal cezayê girtîgehê li rojnamevanan hate birîn, lê rojnamevanan piştre ji sûcê ‘hevkariya bi hikumetên biyanî’ beraat kirin.
Dadgeha Temyîzê ya Tehranê bi sûcdariya ‘propagandaya li dijî rejîmê’ salek, ji sûcdariyên din jî 5 sal bi giştî 6 sal cezayê girtîgehê birî.
Parêzerên Nîlufer Hamedî diyar kirin ku doza li hemberî muwekîla wan têkildarî çalakiyên şermezarkirinê ye ku Cotmeha 2022’an piştî kuştina jin a Kurd Jîna Emînî destpê kirin.
Nîlufer Hamedî û Elahay Mûhammedî di sala 2022’an de yek ji wan rojnameyên destpêkê bûn ku têkildarî mirina Jîna Emînî nûçe amade kirin.



