Tevgera Jinên Azad TJA, têkildarê êrişên li hember civaka Êzidî daxuyaniyek da û got: “Em ê, ji bo êzidî di warê xwe de bi awayeke aram bijîn, parastina mafê wan her bidomînin.
Em di serî de bang li hemû jinan, gelên cîhanê dikin û vedixwînin piştgiriya bi êzidiyan re”
Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarê êrişên li dijî civaka Êzidî li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê ya Amedê daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji aliyê berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Berîvan Bahçeci ve hat xwendin.
Berîvan di daxuyaniya xwe de balkişand ser êrîşên hikûmeta şamê ji 6ê tebaxê ve li ser Dêra Zorê û wiha anî ziman:
”Em baş dizanin ku esil hedef û armanca wan Şoreşa Rojava ya Jinê ye.
Armanca wan vîna ku bi Şoreşa jinê re di nava gelan de bûye jiyaneke hevpar bi xwe ye.
Sedemê êrîşkirina wê jiyana ku bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî “hatiye afirandin Tirs e.
Lewra jiyaneke di nav aştî û demokrasiyê de pêk were di nav kodên Netew-Dewleta mêtinger ya serweriya Mêr de nîne.”
TJA: PDK’ ê ji bo Êzdiyan tehdîdek e mezin e
Berîvan derbarê planên dagirkeriyê ku dewleta tirk bi hevkariya PDK ê dixwaze li Başûrê Kurdistanê pêk bîne wiha bi lêv kir:
Îro PDK bi AKP-MHP rê tifaqên bêbext dike û êrişên ser Kurd û Kurdistanê rêxstin dike.
PDK ya xiyanetkar ji bo Êzdiyan gef û tehdîtek mezin e.
Piştî serdana Erdogan ya Îraqê û şûn de biryara girtina; Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzdî (PADÊ), Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê û Partiya Eniya Tekoşîna Demokratîk hat dayîn.
Aliyekî de bi vê hawî hewl didin siyaset û tekoşîna demokratîk ya Kurdan asteng bikin li aliyê din jî bi girtina PADÊ re Xweseriya Şengalê dixwazin ji holê rabikin.
Biryar tunehesibandina baweriya civaka Êzdî û vîna wan e.
Dîsa tê wateya berdewamkirina êrîşên DAIŞê ye.
”Em ê ji bo Êzdî di warê xwe de bi awayeke azad û aram bijîn, parastina mafê wan her bidomînin em hemû jin û gelên cîhanê vedixwînin piştgiriya bi Êzdiyan re!”



